
Ji Abdullah Ocalan ji bo qada siyasî rexne: Mijara esas ji nedîtîve tê
- 09:06 22 Îlon 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL- Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk der barê hevdîtina li Îmraliyê de axivî û got: “Birêz Ocalan der barê xwedî derketina pêvajoyê ya ji aliyê qada siyasî ve rexne kir ku îradeya qels tê nîşandan. Tespîta ku mijara esas ji nedîtîve tê, li pey menfaat û rantê ne û pevçûna vê tê kirin, kir.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 15’ê îlonê de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser qanûnên dema navber û pêkanîna sererastkirinên qanûnî. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk ku di hevdîtînê de cih girtibû der barê mijarê de axivî.
Bi salan hevdîtinên ku bi kêfî hatin astengkirin
Raziye Ozturk da zanîn ku bi tecrîda giran re hevdîtinên parêzeran jî hatin qedexekirin û wiha got: “Bi birina Birêz Ocalan a Îmraliyê re tecrîd gihişt astek cuda. Di 27 salan de tecrîd her çû giran bû. Di nava salan de hemû kanalên ragîhandinê û têkiliyan hat girtin. Di 25’ê Mijdara 2021’ê de malbatê hevdîtinek telefonê kir û piştre agahî nehat girtin. Di cotmeha 2024’an de Birêz Omer Ocalan hevdîtinek kurt kir. Heta wê demê ji Birêz Ocalan û girtiyên din agahî nehat girtin. Ji 2011’an heta 2019’an yek hevdîtinek parêzeran nehat kirin. Hemû serlêdan hatin astengkirin.”
Hevdîtina parêzeran a 6 sal şûnde hat kirin
Raziye Ozturk daxuyakirin ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê 6 salan şûnde hevdîtinek bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re kirine. Raziye Ozturk wiha vegot: “15'ê îlonê de em sê parêzer çûn Îmraliyê. Piştî salan şûnde me muvekîlê xwe dît. Bi birêz Ocalan re saetek û nîv bi girtiyên din re jî nîv saet hevdîtin me kir. Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar 10 salan şûnde hevdîtgina bi parêzeran re kir. Mixabin hevdîtina parêzeran bi giştî hatibû astengkirin. Birêz Ocalan ji bo hemû gel û girtiyan, kesên kedê didin pêvajoyê re silav şand.”
‘Divê têgihiştina Kurd bigihêje formekê’
Raziye Ozturk nirxandina Abdullah Ocalan ya der barê pêvajoyê de parve kir û got: “Roja em çûn Îmraliyê roja ewil a civîna Komîteya Wezîran bû. Ji ber vê yekê ji mijarên hatin nirxandin ev bû. Birêz Ocalan got mafê hêviyê her çiqas bi wî bê zanîn jî bi hezaran kesî elqeder dike û got di rewşa cidî û samîmî bin de wê ji bo çareseriyê jî rola xwe bilîzin. Birêz Ocalan got divê têgihiştina Kurd divê bigihêje formekê û bê fêmkirin.”
‘Pirsgirêk dikarin bi reformên hiqûqî bên çareserkirin’
Raziye Ozturk daxuyakirin ku Abdullah Ocalan der barê qanûnên dema navber û hiqûqa demokratîk de jî nirxandin kiriye û wiha domand: “Bêguman rastiyek heye ku pêvajoyên wisa yek alî nameşin. Ji meha cotmehê û vir de bi banga Birêz Ocalan re kongre kom bû piştre dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî hat. Piştî feshê komeke gerîla a ji 30 kesî pêk dihat çek şewitandin. Piştî van geşedanan divê entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê biketa jiyanê. Birêz Ocalan nirxandin kir û got aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî ya pirsgirêka Kurd heye û got ev bi reformên hiqûqî dikre bên çareserkirin.”
‘Nirxandina Birêz Ocalan a ewil der barê mafê hêviyê de bû’
Raziya Ozturk der barê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê mafê hêviyê de daye axivî û got: “Nirxandin ewil a Birêz Ocalan der barê mafê hêviyê de bû. Me ev gelek carê anî ziman ku ev nêzîkatiyek polîtîk e. Tevî 12 sal in ev biryar hatiye dayîn gavek bi bandor nehatiye avêtin. Niha 9 mehên din hatiye dirêjkirin. Balkişandina Komîteyê ya komîsyona li meclîsê hatiye avakirin jî girîng e. Di vê çarçoveyê de divê komîsyon li gorî pêvajoya aştî û civaka demokratîk tevbigere û li muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan demildest guhdar bike. Dîsa em dibêjin divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.”
Raziye Ozturk nirxandina Abdullah Ocalan ya xwedîderketina li pêvajoyê ya qada siyasî û berpirsyariyên dikevin ser civakê jî parve kir û got: “Abdullah Ocalan li ser rewşa tecrîdê sekinî û got encax dema ku kes bibin xwebûn wê çareser bibe. Têgeha ‘xwebûnê’ ji ser gotina ‘Cemîlê Çeto kerê keto’ vegot. Çeto ji Kurdbûna xwe direve û îxanet li gel dike. Dibêje wê bi vê îxanetê bê xelat kirin. Lê ji ber vê nêzîkatiya wî muxatab nehatiye girtin û hatiye darvekirin. Bi wesîleya vê mînakê, Abdullah Ocalan balkişand ser xwebûnê û got divê esasê de dikarin azad bibin.”
Ji bo xwedîderketina pêvajoyê rexne
Raziya Ozturk diyar kir ku Abdullah Ocalan di mijara xwedî derketina li pêvajoyê de qada siyasî rexne kiriye û gotiye îradeyeke qels tê nîşandan. Raziye Ozturk wiha anî ziman: “Birêz Ocalan der barê xwedî derketina pêvajoyê ya ji aliyê qada siyasî ve rexne kir ku îradeya qels tê nîşandan. Tespîta ku mijara esas ji nedîtîve tê, li pey menfat û rantê ne û pevçûna vê tê kirin, kir. Her wiha girîngiya tevlibûna jinan a pêvajoyê jî anî ziman. Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê banga amadekariyan li jin û ciwanan kir.”
Raziye Ozturk di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê hevdîtinên parêzeran jî êdî bi awayekî sîstematîk pêk bên.