
Şandeya jinan li Berlînê bi kurdan re civiya
- 10:38 22 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Berlîna Almanyayê bi kurdan re civiya, destnîşan kir ku hewcedarî bi parastina destkeftiyên jinan heye.
Di nava rêze hevdîtin û serdanên şandeya jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê de, duh şande bi kurdan re li paytexta Almanya Belînê li navenda Komeleya Kurdistanê civiya.
Di civînê de geşedanên siyasî yên dawî li Sûriyeyê û bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Endamên şandeyê balkişandin ser peyamana 10'ê Adarê ya di navbera Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şeraa de hatibû îmzekirin. Şandeyê diyar kir ku ev peyman dê bibe bingeha diyaloga di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya demkî ya nû ya Sûriyeyê de.
Xala din ku di civînê de hat nîqaşkirin jî ew bû ku sîstemek nenavendî, pirrengî li Sûriyeyê bê avakirin ku beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê mîsoger bike. Di heman demê de jinan hewcedarî bi parastina destkeftiyên şoreşa jinan dîtin.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.
Şandeyê di 6´ê Îlonê de bi fermî dest bi tûra xwe ya fermî kir, serdana hin dewletên Ewropayê kir û rêzehevdîtin bi siyasetmedar, parlamenter û jinan re pêk anîn.