
'Edalet tune ye ewlehî tune ye'
- 09:02 22 Îlon 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş- Memîhan Zeydan
WAN-Jinên Wanê der barê qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivîn û gotin: “Êdî em nikarin derkevin kolanê. Li vî welatî ne edalet ne pergalek ku mirovan diparêze heye. Gumanbar ji bêcezahiştinê hêzê digirin. Ger cezayên giran bihatana dayîn wê pêşî lê bihata girtin.”
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê di serî de qetilkirinên jinan, mirinên bi guman û tundiya mêr her diçe zêde dibe. Di civaka serdest a mêr de jin her roj bi tundiyê re tên rû hev û gumanbar jî ji polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatdariyê hêzê digirin. Li gorî daneyên ajansa me yên 8 mehên sala 2025’an de 201 jin hatine qetilkirin û 145 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Jinên Wanê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
‘Em nikarin derkevin kolanê’
Şîlan Kiliç da zanîn ku divê pêşî li qetilkirina jinan bê girtin û got: “Em bi fikar derdikevin kolanan. Em li kolanê bi tirs dimeşin. Baweriya me bi kesî nemaye. Em nikarin bi mêrekî re bibin heval. Di vê mijarê de divê rayedar çareseriyekê bibînin. Polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sedema qetilkirinan. Heta cezayên giran neyên dayîn wê gumanbar sûc bidomînin.”
‘Divê gumanbar cezayên giran bigirin’
Nurten Yilmaz jî ev tişt anî ziman: “Li ku derê dibe bila bibe divê em ji qetilkirina jinan re bêjin na. Em qetilkirina jinan şermezar dikin û qebûl nakin. Divê gumanbar cezayên giran bigirin.”
‘Em dengê xwe bilind bikin wê jin nemirin’
Nazdar Somer jî daxuyakirin ku divê li dijî qetilkirinên jinan, tundiyê tu kes bêdeng nemîne û got dema ku deng bê bilindkirin wê jin nemirin. Nazdar Somer daxuyakirin ku divê cezayên giran li gumanbaran bê birîn.
Gulcan Sonmez jî destnîşan kir ku ji bo pêşî li qetilkirinên jinan bê girtin divê cezayên giran bên dayîn.
‘Em hem tên qetilkirin hem jî sûcdarkirin’
Zeynep Yazici jî wiha vegot: “Em ditirsin derkevin şaneşînê. Li derve nêrîna mêrekî jî min dike fikaran. Ez ditirsim. Dema ji deriyê mala xwe derdikevim dibêjim gelo wê tiştek bê serê min. Li şûna divê gumanbar cezayên giran bigirin, jin tên sûcdarkirin. Jin hem tên qetilkirin hem jî sûcdarkirin.”
Melek Kaya jî diyar kir ku zilm li jinan tê kirin û wiha bi lêv kir: “Her roj jinek tê qetilkirin. Zarok tên qetilkirin. Bila dewlet pêşî li vê bigire. Bila pêşî li tundiyê bê girtin. Li vî welatî ne edalet heye ne jî pergaleke ku mirovan biparêze heye.”
Esmer Alkan jî destnîşan kir ku jin li her derê tê astengkirin û got: “Divê pêşî lê bê girtin. Jin dayik in, mal û malbat bê dayik nabin. Em qetilkirin û îstîsmarê şermezar dikin. Divê cezayên giran û cidî li gumanbaran bên birîn. Em wek jin divê li dijî vê rawestin.”