Ji bo Şengalê daketin kolanan

  • 16:42 3 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Çalakiyên bîranîna kesên ku di komkujiya DAIŞ'ê ya li ser civaka Êzidî de jiyana xwe ji dest dane, bangên ji bo naskirina jenosîd û statuya Şengalê hatin kirin.
 
Di salvegera 11emîn a êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê de, kesên ku jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bi xwepêşandan û çalakiyên ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatine organîzekirin hatin bîranîn.
 
Mêrdîn
 
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, li ser banga Tevgera Jinên Azad (TJA) meşek ji bo bîranîna salvegera 11emîn a komkujiya ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka Êzidî pêk anî, hat lidarxistin.  Bi sedan kes li qada Newrozê kom bûn û bi pankarta "Komkujîya li ser jinên Êzidî komkujîya mirovî ye" meşiyan. Di meşê de pankart û wêneyên ku komkujiyê şermezar dikin hatin hilgirtin, dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Şengal rumeta me ye", "Jinên Êzîdî rumeta me ne." Bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
 
Piştî meşê, Hatice Oncu li ser navê TJA'yê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Hatîce Oncu diyar kir ku sûcên li dijî civaka Êzidî sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku di salvegera komkujiyê de hîn jî jin û zarokên winda hene.  Hatîce Oncu diyar kir ku ew ê ji bo dîtina windayan têbikoşin û xwest ku bûyerên li Şengalê wekî jenosîd werin naskirin û statuya Şengalê were naskirin.
 
Piştre, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir diyar kir ku ew ê jenosîda li dijî civaka Êzidî ji bîr nekin û ew ê têkoşînê gur bikin.
 
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydeniz piştre axivî û teqez kir ku êrîşên li ser Şengalê êrîşên li ser jiyana hevbeş in û wiha dewam kir, "Tiştê ku li Şengalê tê kirin îro li ser gelê Durzî li Siwêdayê û li ser gelê Elewiyê li Lazkiyeyê tê kirin. Em ê her tim li dijî van têkoşînê bidin Êrîşên li dijî nasnameyên cûda li Sûriyeyê êrîşên li dijî îradeya jiyana hevbeş in. Îro, em tenê dikarin bi felsefe û paradîgmaya jiyana hevbeş a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin ji vê rewşê derkevin. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku divê statuya Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê were naskirin. Bi modela ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, em dikarin bi hev re jiyanek nû ava bikin.”
 
Piştî axaftinan, çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
 
Dersim
 
Li Dêrsimê li Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) bîranînek hate lidarxistin. Endamên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn, ku pankarta bi nivîsa "Em jenosîd û kuştina Êzidiyan ji bîr nakin" hate vekirin. Aktîvîsta TJA Menal Temel di bîranînê de axivî û diyar kir ku yek ji trajediyên herî mezin ên sedsala 21-an di 3'yê Tebaxa 2014'an de qewimîne."
 
Hevşaredara Dêrsimê ya ji kar hat dûrxitin Birsen Orhan jî diyar kir ku komkujî û qirkirina jinan berdewam dike. Bîranîn piştî nîşandana vîdyoyekê bi dawî bû.
 
Edene
 
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya DEM Partiyê li Parka Înonuyê di salvegera 11emîn a qirkirina ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞê ve li dijî Kurdên Êzidî pêk hat de daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn, ku Hevseroka bajarê Edeneyê ya DEM Parityê Helîn Kaya daxuyaniya çapemeniyê xwend. Helîn Kaya tekez kir ku yek ji trajediyên herî mezin ên sedsala 21'an qewimî ye,û diyar kir ku jin bi tundiya zayendî, kolekirin û êrîşên sîstematîk re rûbirû hatine. Ev jinkujiya herî mezin a sedsala 21'ye."
 
Stenbol
 
Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) derbarê komkujiyê de daxuyaniyek nivîskî li ser hesabê xwe (X) weşandin.
 
'Jin bedelên herî giran ji ber şer didin'
 
Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku bi sedsalan e li Rojhilata Navîn şer heye, jin di seranserê dîrokê de rastî êrîşên bêhejmar ên qirkirinê hatiye, qirkirina ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve li Şengaê komkujî pêk hatiye û wiha hat gotin, "Bi deh hezaran jin û zarok ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û bi zorê hatin girtin, di şert û mercên nemirovane de rastî îşkenceya sîstematîk û şîdeta zayendî hatin. Yên ku sax man bi zorê hatin koçberkirin, gund û cihên wan ên pîroz hatin wêrankirin. Tevî derbasbûna salan, bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e ku li ku ne. Divê komkujiya li Şengalê wekî qirkirin bê nasîn." 
 
Bedlîs
 
Li Bedlîsê, li ber avahiya navçeya Tetwanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  bi pêşengiya TJA, daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Pankartek bi nivîsa "Komkujiya jinên Êzidî, komkujiya mirovî ye! Em ji bîr nakin" hat vekirin. Rêxistinên bajar û navçeyên Bedlîsê yên  DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, endamên meclîsa Şaredariya Bedlîsê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Hevseroka Bajarê Bedlîsê ya DEM Partiyê Sakîne Olan li ser navê girseyê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Sakîne Olan, diyar kir ku jin her tim parêzvanên aştiya cîhanê bûne û diyar kir ku jin dê li her derê ji bo aştî û edaletê têkoşîna xwe bidomînin. Sakîne Olan anî ziman  ku wan daxwaz kiriye ku 3'yê Tebaxê wekî "Roja Çalakiyê ya Navneteweyî ya li dijî Jinkujî û Jenosîdê" were naskirin û wiha domand: "Em ê têkoşîna xwe ya darizandina sûcên li dijî mirovahiyê li meydanan, li qadên navneteweyî û li ber mekanîzmayên dadweriyê  bidomînin. Bila neyê jibîrkirin ku komkujiyên bêhesab dibin sedema yên nû.  Em bi rêzdarî li ber têkoşîna jinên Kurd ên Êzidî, Tirkmenên Elewî, Durzî û Xezzeyê yên ku jiyana xwe ji dest dane ditewînin. Em bang li hemû jinên cîhanê, saziyên jinan ên demokratîk, rêxistin, kes, tevger, rêxistin û partiyan dikin ku li dijî faşîzm û jenosîdê şer bikin û li dijî wê dengê xwe bilind bikin da ku hemû jinên bigihîjin azadiya xwe."