
Kesên li dijî madenê berxwe dan îfade dan
- 22:24 31 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
AMED - Li Licê ya Amedê yek jê zarok 7 kesên li dijî madena sifir ya tê xwestin bê vekirin piştî gilîkirina Dîdîm Madencîlîk îfade dan.
Berxwedana li dijî madena sifir a tê xwestin li taxa Mîzak a navçeya Licê ya Amedê bê avakirin bi pêşengiya jinan didome. Piştî gilîkirina Dîdîm Madencîlîk 1 jê zarok 3 jin 7 kesî li Qerekola Licê îfade da.