
DEM Partî û DBP: Komkujiya li ser Êzidiyan nas bikin
- 13:59 3 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a DEM Partî a DBP bang li civaka navneteweyî û Tirkiyeyê kirin ku qirkirina li ser civaka Êzidî nas bikin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PATÎ) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) minansebeta 3'ê Tebaxa 2014'an a komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşandin û salvegera 11'emîn a qirkirina Êzidiyan bi bîr anîn.
Daxuyaniya DEM Patiyê wiha ye: "Mixabin, tevî 11 salên borî, êşa mezin a ku Êzidiyan kişandiye bi tevahî nehatiye telafîkirin, û pêvajoya edalet û lihevhatinê nehatiye temamkirin. Avahiya demografîk a li Şengalê hîn jî di bin gefê de ye. Mafê Êzidiyan ji bo vegera welatê xwe bi bandor hatiye astengkirin, û berfirehkirinên îdeolojîk û leşkerî yên DAIŞ'ê bi awayên cûrbecûr berdewam dikin. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyeyê, heman hişmendiya tarî zext, gef û êrîşên xwe yên li ser Elewî, Durzî, jin û civakên baweriyên din didomîne. Mafê jiyanê yê jinan tê binpêkirin û gel û bawerî ji ber nasnameya xwe tên hedefgirtin.
Qirkirinê nas bikin
Ev bêdengiya civaka navneteweyî dibe sedema derengketina edaletê û tarîkirina rastiyê. Wek DEM Partiyê, em qirkirina li ser Êzîdikyan şermezar dikin û bi xemgîniyek kûr kesên ku me di qirkirinê de winda kirine bi bîr tînin. Em bang li qada navneteweyî û Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê nas bikin û rêzê ji îradeya şêniyên Şegnalê re bigirin."
DBP: Mîrateya îdeolojîk a DAIŞê tê vejandin
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DBP wiha ye: "Tevî 11 salan, çarenûsa bi hezaran jin û zarokan hîn jî ne diyar e; pêvajoya azadkirina jinên ku neçar mane di bin kontrola DAIŞê de di dîlgirtinê de bijîn bi îhmalkirineke cidî re rû bi rû ye. Hewldanên navneteweyî ji bo dîtin û rizgarkirina van jinan û ji bo dermankirina trawmaya giran a ku wan kişandiye têrê nakin. Jinên Êzidî têdikoşin ku dengê xwe bidin bihîstin û daxwazên wan ên edaletê têne paşguh kirin. Îro, mîrateya îdeolojîk a DAIŞ'ê di nav hin pergalên herêmê de bi awayên cûrbecûr tê vejandin; jin û mirov rastî şêweyên tundûtûjiyê tên. Ev zîhniyet, ku di pergalên wekî ya HTS de cih digirin, serdestiya mêran û polîtîkayên kolonyalîst didomînin. Komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin jî berdewamiya qirkirina Êzidiyan e. Şerê li dijî vê zîhniyetê di heman demê de têkoşîna rizgariya jinan e. Bêyî azadkirina jinên Êzidî, tu gel bi rastî azad nabe."