
Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
- 12:29 16 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Laziqiyeyê teqîneke mezin çêbû û hate zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 16’an ku ji wan 5 jê jin û 5 jî zarok in.
Duh li Taxa Remîl a bajarê Laziqiye ya Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû û hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dayin derket 16’an. Şahidên teqînê diyar kirin ku teqîn di depoyeke çekan de çêbûye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piştî teqînê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne. Lêbelê hate zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 16’an ku ji wan 5 jê jin û 5 jî zarok in.