Ji bo Helebceyê jiyan sekinî

  • 11:57 16 Adar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya Helebceyê bi hev re 5 deqîqeyan rêz girtin.
 
Sibeha roja Înê  16’ê Adara 1988’an, rejîma berê ya Iraqê bi çekên kîmyeyî bajarê Helebceyê  bombebaran kir. Di encamê de jin û zarok jî di nav de nêzîkî 5 hezar kes hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn.
 
Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebceyê tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikanên xwe girtin, li qadên giştî 5 deqeyan rêz girtin.