Li Stenbolê civînên gel hatin lidarxistin

  • 21:59 18 Sibat 2026
  • Rojane
STENOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Esenyurt, Kagithane, Sancaktepe, Kartal û Bagcilarê bi boneya salvegera pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibata 2025an a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin civînên gel li dar xist.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica li Esenyurtê, endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Unal Yusufoglu li Kagithaneyê, endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî û Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan li Sancaktepeyê, endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez li Kartalê û endama Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk li Bagcilarê tev li civînan bûn.
 
Civîna li Bagcilarê li Eywana Dawetê Îmseyê hat lidarxistin. Endama Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziyê Ozturk hevserokên DEM Partiyê yên Bagcilarê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li civînê bûn. Civîn ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘Bi saya raperîna dawî em gihiştin vê astê’
 
Paşê bi ser navê dîwanê aktivîsta TJA’yê Rojda Akay axivî û diyar kir ku ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” binirxînin li vir in û got: “29 raperîn derketiye holê. Bi saya raperîna dawî em gihiştin vê astê. Têkoşîna me îro gihiştiye astekî em dixwazin bi siyasetê bigihğjin armanca xwe. Li ku qeyranekê hebe û li wir xetimandin hebe Serokatî bi banga xwe pêşiya wê vekir.”
 
‘Divê tevahî mafên gelê Kurd bên naskirin’
 
Di dawiyê endama Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk axivî û silavê Rêberê Gelê Kurd da gelê Bagcilarê û got: “Serok li Îmraliyê ji bo gelê Kurd dixebitê. Li Îmraliyê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka dixetibe. Bi banga xwe jî îro pêvajoyekî nû da destpêkirin û pêşiya siyaseta demokratîk vekir. Lê ev tenê ne bes e, divê tevahî mafê gelê Kurd be naskirin. Serok jî rêya hiqûqê vekir. Em ê bi entegrasyonê tevahî mafê xwe dest bixin û bi hev re bijîn. Serok jî vê dibêje. Lê zagonên entegresyonê tenê ne bes in.”
 
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.