Demografiya Efrînê tê guhertin

  • 11:42 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
EFRÎN - Li Efrînê guhertina demografiyê didome û hat hînbûn ku bi zorê alên OSO'yê û Tirkiyeyê bi ser dikanan bi gel didin aliqandin û her wiha bi zorê navê Erebî û Tirkî li dikanan tên kirin. 
 
Ji 18'ê Adara 2018'an heta niha Efrîn û navçeyên wê di destên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û OSO'yê de ye. Bi polîtîkayên ku ev 7 meh in li Efrînê tê meşandin di warê demografiyê de guhertinên mezin pêk hatin. Ji Rojhilatê Gutayê gelek malbatên OSO'yê li Efrînê hatin bicihkirin û bi hezaran Efrînî jî hatin binçavkirin û girtin. Kesên ku hatin binçavkirin û girtin bi îşkenceyên mezin rû bi rû hatin hiştin. Her wiha hat hînbûn ku 139 jin hatin revandin û bi tecawiz û îşkenceyê rû bi rû man. Lê Efrînê êdî dewleta tirk û OSO sîstema xwe ava dikin. 
 
Al bi dikanên gel hat daliqandin
 
Li gor agahiyên herêmî dikanên li Navenda Efrînê ku aîdî gel in bi zorê alên OSO û Tirkiyeyê tê daliqandin. Hat hînbûn ku navên Erebî û Tirkî bi zorê li dikanan tên kirin. Li gor dîmenên ku ajansa me bi dest xist li noqeteyên "ewlehiyê" al hatine daliqandin. Ya ku balê dikişîne ew e ku di dîmenan de li her derê alên Tirkiyeyê hene. 
 
'Zeytûnên Efrînê ji aliyê çeteyan ve tên berhevkirin'
 
Li gor agahiyên herêmî gel dibêjin:"Zeytûnên Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatiye parvekirin û tên berhevkirin û zeytûn ji bo welatên wekî din ten îhraçkirin." Zeytûnên ku berê li gel dihat belavkirin niha ji aliyê OSO'yê û malbatên wan ve tên berhevkirin.
 
Dest dixin ser tapuyan jî
 
Li gor agahiyên herêmî gelê li Efrînê diyar dikin ku tê xwestin ku OSO û leşkerên tirk wan ji Efrînê derxin û ji bo vê yekê bi îşkenceyên mezin rû bi rû tên hiştin. Her wiha hat diyarkirin ku dest dixin ser tapuyên gel û berdêla vê yekê jî tenê 3 hezar pereyê Sûriyeyê dide kesên ku dest dixin ser tapûyên wan. 
 
Her wiha hat hînbûn ku çeteyên ji Îdlibê derketine berê xwe dane Efrînê.