Demografiya Efrînê tê guhertin 2018-10-20 11:42:55   EFRÎN - Li Efrînê guhertina demografiyê didome û hat hînbûn ku bi zorê alên OSO'yê û Tirkiyeyê bi ser dikanan bi gel didin aliqandin û her wiha bi zorê navê Erebî û Tirkî li dikanan tên kirin.    Ji 18'ê Adara 2018'an heta niha Efrîn û navçeyên wê di destên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û OSO'yê de ye. Bi polîtîkayên ku ev 7 meh in li Efrînê tê meşandin di warê demografiyê de guhertinên mezin pêk hatin. Ji Rojhilatê Gutayê gelek malbatên OSO'yê li Efrînê hatin bicihkirin û bi hezaran Efrînî jî hatin binçavkirin û girtin. Kesên ku hatin binçavkirin û girtin bi îşkenceyên mezin rû bi rû hatin hiştin. Her wiha hat hînbûn ku 139 jin hatin revandin û bi tecawiz û îşkenceyê rû bi rû man. Lê Efrînê êdî dewleta tirk û OSO sîstema xwe ava dikin.    Al bi dikanên gel hat daliqandin   Li gor agahiyên herêmî dikanên li Navenda Efrînê ku aîdî gel in bi zorê alên OSO û Tirkiyeyê tê daliqandin. Hat hînbûn ku navên Erebî û Tirkî bi zorê li dikanan tên kirin. Li gor dîmenên ku ajansa me bi dest xist li noqeteyên "ewlehiyê" al hatine daliqandin. Ya ku balê dikişîne ew e ku di dîmenan de li her derê alên Tirkiyeyê hene.    'Zeytûnên Efrînê ji aliyê çeteyan ve tên berhevkirin'   Li gor agahiyên herêmî gel dibêjin:"Zeytûnên Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatiye parvekirin û tên berhevkirin û zeytûn ji bo welatên wekî din ten îhraçkirin." Zeytûnên ku berê li gel dihat belavkirin niha ji aliyê OSO'yê û malbatên wan ve tên berhevkirin.   Dest dixin ser tapuyan jî   Li gor agahiyên herêmî gelê li Efrînê diyar dikin ku tê xwestin ku OSO û leşkerên tirk wan ji Efrînê derxin û ji bo vê yekê bi îşkenceyên mezin rû bi rû tên hiştin. Her wiha hat diyarkirin ku dest dixin ser tapuyên gel û berdêla vê yekê jî tenê 3 hezar pereyê Sûriyeyê dide kesên ku dest dixin ser tapûyên wan.    Her wiha hat hînbûn ku çeteyên ji Îdlibê derketine berê xwe dane Efrînê.    https://www.youtube.com/watch?v=t1bQHyjivZ0&feature=youtu.be