Li Efrînê jinek hat revandin

  • 10:10 8 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Li Efrînê jina bi navê Xedîce Elota ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk e hat revandin. 
 
Li gor çavkaniyên herêmî jina bi navê Xedîce Elota û 65 salî ya ku dayika du zarokan e li Mabetana Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat revandin. 
 
Her wiha li gor çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku gelê li Efrînê her ji aliyê OSO'yê tên revandin û bi îşkeceyan rû bi rû dimînin.