Li Efrînê jinek hat revandin 2018-10-08 10:10:06   ŞEHBA - Li Efrînê jina bi navê Xedîce Elota ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk e hat revandin.    Li gor çavkaniyên herêmî jina bi navê Xedîce Elota û 65 salî ya ku dayika du zarokan e li Mabetana Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat revandin.    Her wiha li gor çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku gelê li Efrînê her ji aliyê OSO'yê tên revandin û bi îşkeceyan rû bi rû dimînin.