Li Kirmanşahê erd hejiya

  • 10:15 26 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê bi 6.1 pileyî erd hejiya.
 
Erdheja bi şîdeta 6.1 pileyî ku li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê rû da, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û paytexta Iraq Bexdayê jî hejand.
 
Erdhej bi 6 kîlometreyan li binê erdê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 kes ji ber erdhejê mirin, 230 kes jî birîndar bûn.
 
Ji ber erdhejê li gundên Ciwanro, Taze Abad û Binarê Daleho elektrîk qut bû.
 
Fikar hene ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.