Li Kirmanşahê erd hejiya 2018-08-26 10:15:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê bi 6.1 pileyî erd hejiya.   Erdheja bi şîdeta 6.1 pileyî ku li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê rû da, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û paytexta Iraq Bexdayê jî hejand.   Erdhej bi 6 kîlometreyan li binê erdê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 kes ji ber erdhejê mirin, 230 kes jî birîndar bûn.   Ji ber erdhejê li gundên Ciwanro, Taze Abad û Binarê Daleho elektrîk qut bû.   Fikar hene ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.