Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Girkêlegê daxuyanî hat dayin

  • 12:30 25 Tebax 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Gelê Girkêlegê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Di çarçoveya tecrîda giran a ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi beşdarbûna gelek sazî û rêxistinên civakî li Qada Şehîd Xebat a Girkêlegê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Meclisa Navçeyê Tacedîn Beşîr ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwaze û hat gotin ku dê planên dagirkeran ên qirêj têk biçe û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê têkoşîn mezintir bibe. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.