Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Girkêlegê daxuyanî hat dayin 2018-08-25 12:30:18   GIRKÊLEGÊ - Gelê Girkêlegê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.   Di çarçoveya tecrîda giran a ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi beşdarbûna gelek sazî û rêxistinên civakî li Qada Şehîd Xebat a Girkêlegê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Meclisa Navçeyê Tacedîn Beşîr ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwaze û hat gotin ku dê planên dagirkeran ên qirêj têk biçe û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê têkoşîn mezintir bibe.    Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.