Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
- 12:45 18 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 772’yemîn red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Muharrem Şahîn ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 772’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Dozgeriyê îro bersiva serlêdanê da û red kir.
Daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 772 caran bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “koster xerabe ye”, “koster di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.








