Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin 2018-07-18 12:45:22   STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 772’yemîn red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Muharrem Şahîn ji bo  bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 772’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Dozgeriyê îro bersiva serlêdanê da û red kir.    Daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 772 caran bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “koster xerabe ye”, “koster di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.