Xebatkarên şaredariyê tundî li jin û zarokan kirin

  • 09:20 19 Gulan 2018
  • Rojane
MELETÎ - Jinek û zarokek li konê îftarê yê Şaredariya Battalgaziyê bi tundiyê rû bi rû man.
 
Li konê îftarê yê Şaredariya Battalgaziyê ya Meletiyê jinek û zarokek dema ku xwestin xwarinê bigirin ji aliyê xebatkarên şarederiyê ve bi tundiyê rû bi rû man. Polîsan dewsa ku mudaxaleyî xebatkarên ku tundî kir, bikin jin û zarok dûr xistin.