Xebatkarên şaredariyê tundî li jin û zarokan kirin 2018-05-19 09:20:10   MELETÎ - Jinek û zarokek li konê îftarê yê Şaredariya Battalgaziyê bi tundiyê rû bi rû man.   Li konê îftarê yê Şaredariya Battalgaziyê ya Meletiyê jinek û zarokek dema ku xwestin xwarinê bigirin ji aliyê xebatkarên şarederiyê ve bi tundiyê rû bi rû man. Polîsan dewsa ku mudaxaleyî xebatkarên ku tundî kir, bikin jin û zarok dûr xistin.