Bi sedan ji gelê Cizîrê û Efrînê berê xwe dan navçeya Mabeta
- 16:46 26 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi sedan gelê Cizîrê, Kobanê, Şengalê, Tebqa, Reqa, Minbic ji bo piştgiriya berxwedana serdemê bikin berê xwe dan navçeya Mabeta ya herêma Efrînê.
Bi dirûşma "Em ê bi hêza gel êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê bişkînin"Tevgera Civaka Demokratîk bi tevlîbûna sedan ji gelê Cizîrê, Kobanê, Şengalê, Tebqa, Reqa, Minbic hemû sazî û desteyên rêveberiya xweser,Partiya Yekîtiya demokratîk,Kongira star,Tevgera Civaka demokratîk meşek bi erebeyan li dar xist.
Meş bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat xemilandin û pankertên "Ji desthilatdariya AKP'ê re na"," Rûsya biryar da dewleta tirk pêk anî" hat hilgirtin.
Meş ji taxa Mehmudiyê ya herêma Efrînê dest pê kir û bi erebeyan ber bi navçeyê Mabeta ve çûn, her wiha piştî meşa erebeyan gihaşt navçeya Mabeta û bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" meş hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ya ji bo berxwedêrên azadiyê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê Asya Abdulah, Hevseroka tebqayê Hind Elî , Hevseroka Meclîsa Navçeyê Mabeta Silêmen Arêf, Hevseroka Meclîsa Dêrgurê ya Şengalê Xelef Ehmed Şêx, Hevseroka Tebqayê Hind Elî, axivîn .
Di axaftinan de hat gotin ku tu kes nikare axa Efrînê dagir bike û dê gelê Efrînê heta dawî li berxwe bidin û ew ê rê nede ku dagirker bi ser bikevin.
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.








