Li Sirînê yekem Konferansa Malbatên Şehîdan dest pê kir

  • 16:30 26 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Li bajarê Sirînê û bi dirûşma "Biryardayîna bi şehîdan re misogeriya avakirina Sûriyeke Demokratîk, Federal û azadiya Rêber Apo ye" yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê dest pê kir.
 
Yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê di bi dirûşma "Biryardayîna bi şehîdan re mîsogeriya avakirina Sûriyeke demokratîk, federal û azadiya Rêberê Apo ye" bi beşdarbûna 400 delege û mêvananan hat dest pê kir. 
 
Mêvan û delege ji bajarê Sirînê, Navçeya Çelebî, bajarokê Qadriyê û bajarê Boxazê, her wiha bi tevlîbûna mêvanên ji Rêveberiya Xweseriya Demokaratîk a Kantona Kobanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Rojava (YJC/YJR), Rêxistina Kongra Star, Hêzên Asayîşa Rojava, YPJ/YPG, Saziyên Malbatên Şehîdan a Bajarê Minbicê û Saziya Malbetê Şehîdan  a Kantona Girê Spî, konferans li li salona Tev-Çand a Sirînê a herêma Firatê hatin û konferans pêk hat. 
 
Salon bi wêneyên têkoşeran hate xemilandin. Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê jî dîwan hate hilbijartin. Piştî wê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Hec Ehmed ve bi zimanê kurdî perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi zimanê erebî ji aliyê Îyad Casim ve hate xwendin.
 
Di konferansê de ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim, ji hêzên QSD'ê Ezîz Xelîl û li ser navê YJC/YJR axaftin hatin kirin. Di axaftinan de konferans hate pîrozkirin û serkeftin jê re hate xwestin.
 
Her wiha li ser navê rêxistina Kongra Star Hale Omer jî axivî û wiha got: "Em yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li Rêberê Gelan, Rêber Apo û li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin û em serkeftinê dixwazin. Lidarxistina konferanseke bi vî rengî gaveke pîroz ji bo gelê Sirînê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybet. Saziya Malbatên Şehîdan saziya me ya herî pîroz û bi nirx e, ji bo vê jî divê em xwedî li vê saziyê derkevin, ji ber ku ne ji şehîdên me bana em ê niha ne li ser vê axa pîroz bana ku wan canê xwe li ser feda kiriye."
 
Dê konferans bi hilbijartina endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê bi dawî bibe.
 
Konferans bi xwendina raporên salê didome.