'Efrînê dê bibe kabûsa desthilatdaran'
- 16:28 26 Sibat 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Şukrî û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zagros Egîd di bin konê sersaxiyê yê têkoşer Dilêş Zagros de axivîn û gotin : "Şehîd ew yek in ku her dem riyê me ronî dikin em ê xewna wan pêk bînin."
Endama Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Şukrî û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zagros Egîd di bin konê sersaxiyê yê têkoşer Dilêş axivîn û soz dan ku ew ê riya berxwedêran bişopînin û li wan xwedî derkevin. Têkoşer Dilêş Zagros di 22'ê Şibatê de di pêngava Bagera Cizîrê de jiyana xwe jidest da.
Semîrayê di destpêka axaftina xwe sersaxî ji hemû malbatên berxwedêran re xwest û wiha got: "Gotin têra lehengiya pakrewanan nake, ziman li hember berxwedana wan pûç dibe. Em roj bi roj serkeftinên pir mezin bidest dixin û gel ji zordariya DAÎŞ'ê xilas dikin. Îro em ji tevahî cîhanê re dibêjin yê ku digotin Kurd tune ne, va em Kurd hene û li welatê xwe azad dijîn. Dijminê mirovahiyê yê ku bi salan digotin ku 'Kurd bindest in û wê di dîroka xwe ya tarî de wê her dem xulamê min bin', ew pir şaş in. Em bi saya fikir û felsefeya azad a Rêber Apo û şehîdên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, em nebûn xulamê tu kesî, em tenê xulamê welatê xwe û gelê xwe ne."
'Kevir û latên Efrînê wê bibin kabûsê desthilatdaran'
Semîrayê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Îro li Efrînê dahola cengê lêdide, ji bilî şervanên azadiyê şêr û egîd û gelê berxwedêr tu kes berê xwe nade vê cengê, îro meydan meydana lehengan e, ne meydana gur û roviyan e! Kevir û latên Efrînê wê bibin kabûsa desthilatdaran. Em ê şopdarên riya şehîd û cangoriyê azadiyê bin, heya dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li berxwe bidin û xewna şehîdan bi avakirina Sûriyeke demokratîk pêk bînin."
Her wiha fermandara YPJ'ê Zagros Egîd jî sersaxî ji hemû malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: "Em li ku dibin bila bibin, li ku were xwestin em ê gelê xwe biparêzin, çi Efrîn, Kobanê û Cizîrê be, îradeya me li hember şikandina dijminê gelê me xurt e. Dewleta tirk bi hemû rêbazên xwe êrîşî gel dike, lê em serî jê re natewînin. Bila Erdogan nebêje her ku em rêhevalekî wan şehîd dixin îradeya wan ziîf dibe. Ger ku îro hevalek me şehîd dibe, bi hezaran di dilê me de şîn tên û bi hezaran zarok dema ku tên cîhanê navê wan hildigirin û şervanên azadiyê qet riya wî bernadin. Bila desthilatdar baş bizanibe kî destên xwe li ser gelê me û şehîdên me dirêj bike, em ê wî destî bişikênin û bikin mînak. Em xwedî maf, dîrok û şehîd in. Bêsûc û bê sebeb ev 19 sal in serok Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dîl girtiye. Em ê çawa bêdeng bimînin?"
Zagros di dewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Ev 7sal in Erdogan êrîşî gelê me yê Rojava- Bakûrê Sûriyeyê dike, lê nikare hêz û îradeya me bişkîne, heya ku şervanekî YPG/YPJ'ê bimîne wê li ber xwe bide û eger ku desthilatdar bi tank, top û balafiran êrîşî me dike, em ê bi dilgermiya xwe û berxwedana xwe li hember êrîşên wan bisekinin û bibin kelem di çavê wî de. Heya ku dayîkên şehîdên me dirûşme û tilîliyan li pey me davêjin ew ê tucar binkeftin nebe para me, tenê serkeftin para me ye. Li Efrîn ji zarokan heya dapîran rabûne ser piyan wê demê serkeftina me mîsoger e. Sûcê zarokan çi ye ku bi topên desthilatdaran tên kuştin? Di 2013'an de Erdogan got di nava 3 rojan de ez ê Kobanê bidest bixin, li Efrînê jî got di nava sê rojan de ez ê Efrînê dagir bikim, lê heya lehengên wekî Avesta û Barînan hebin, ew ê nikaribe gavekê jî pêş de bavêje."








