Platorma Jinan a Enqeryê: Di 4'ê Adarê de li qadan bin
- 15:45 26 Sibat 2018
- Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir. Daxuyanî ji aliyê Fatoş Erol ve hat dayîn. Fatoş bi daxuyaniyê bang kir ku li li dijî tundiyê di 4'ê Aadearê saet di 15.00'an de ew ê li ber Şaredariya Çankayayê bin.
Platforma Jinan a Enqereyê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Yekîtiya Mulkiyeyan de bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn de pankartên li ser "Em bi piştevaniyê hêzdar dibin, jiyanê bi rêxistin dikin" nivîsandî hat daliqandin. Li ser navê platformê Fatoş Erol daxuyanî da. Fatoş diyar kir ku 8'ê Adarê çîroka jinên ji bo wekhevî, azadî û mirovahiyê ye û wê îsal jî li çar aliyê cîhanê bi milyonan jin dakevin qada. Fatoş destnîşan kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re çewisandinên li ser jinan zêde bûne û got: "Komeleyên me, weşanên me tên girtin. Di dema Rewşa Awarte de 11 komeleyên jinan, komeleyeke ya mafê zarokan hat girtin. Em bi KHK'yan ji kar tên avêtin. Parlementer, hevşaredar tên girtin. Jinên têdikoşin tên binçavkirin û girtin. Bi çewisandinan dixwazin dengan bitepisînin."
Fatoş polîtîkayên hikûmetê yên der barê îstismarkirina zarokan û "qanûna xesandina kîmyewî" bi bîr xist û balê kişand ser necezakirina tecawizkar û îstismarkaran. Fatoşê diyar kir ku dema sûcên zayendî wekî nexweşînên bên tedawîkirin bên nîşandan ev tê wateya ku berpirsiyariya astengkirina êrîşa zayendî ji holê tê rakirin. Fatoş bi lêv kir ku şideta zayendî bi şideta dewletê nayê çareserkirin.
Ji bo endamên malên gel
Fatoş destnîşan kir ku ew jin jiyanê diparêzin û îktîdara nêrza ya li jinan tê ferzkirin qebûl nakin û xwest Hevseroka Malên Gel Dilşad Aktaş û endamên Mala Gel ên çend roj berê hatin binçavkirin demildest bên berdan.
Wê Platforma Jinan a Enqereyê di 4'ê Adarê saet di 15.00'an de li Kolana Ziya Gokalpê li ber Şaredariya Çankayê bi dirûşmeya "Em bi piştevaniyê hêzdar dibin, jiyanê bi rêxistin dikin" 8'ê Adarê pîroz bike. Erol ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li hemû jinan kir.








