Li Amedê starta 8'ê Adarê hat dayîn
- 15:39 26 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Endamên DAKP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin, gotin ku ew ê di navebra 1-10'ê Adarê de li kolanan bin û di 8'ê Aaderê de ji bo aştiyê li qadan bin.
Platforma Jinan a Amed Dîcleyê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Şaxa hejmar 1 a Egtîm senê ya Amedê starta xebatên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê platformê Zelal Bîlgîn daxuyanî xwend, got ku ji ber polîtîkayên lawaz ên dewletê yên derabarê jin û zarokan de ji pirsgirêkan re çareserî nayê dîtin û di van şert û mercan de pîrozkirina 8'ê Adarê girîng e. Zelal got ku ew ê bi dirûşma "Hebûn, hene û ew ê hebin" li hemû bajaran li qadan bin.
'Ji bo aştiyek bi rûmet em ê li ber xwe bidin'
Piştî Zelalê parêzer Gulşen Ozbek axivî û got ku ew vê salê jî di bin siya OHAL'ê de 8'ê Adarê pêşwazî dikin û wiha got: "Em ê jin li dijî van bêhiqûqiyên ku tên kirin berxwedana xwe berdewam bikin. Em careke din jî dibêjin ku em li dijî polîtîkayên şer in. Berpirsiyariya me jinan ew e ku em ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe bidin."
'Em ê Amd bikin bajarê jinan'
Gulşen anî ziman ku ku ew ê di navbera 1-10'ê Adarê de Amedê bikin bajrê jinan û li dijî şer aştiyê bixwazin. Gulşen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê li hemû qadên jiyana dengê xwe bilind bikin." Herwiha Gulşenê diyar kir ku ew ji bo di 8'ê Adarê de li qada Îstasyon (Qda 5'ê Hezîranê) mîtîngê li dar bixin xebatên wan ên hevdîtina bi rayedaran re berdewam dikin.
Parlamentera HDP'ê ya Amdê Sîbel Yîgîtalp jî got ku ew bang li hemû jinên ku li dijî şîdetê û ji dijî kuştina jinan e di 8'ê Adarê de vedixwînîn qadan.
Bernameya 8'ê Adarê ku wê di navbera 1-10'ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin wiha ye:
1'ê Adarê
*‘ Start wê ji objektîfa jinan bi pêşangeha wêneyên 8'ê Adarê li salona pêşangehê ya Galeryayê bê dayîn û wê heta 10'ê adarê vekirî bimîne.
*Jinên ku wê saet di 13.00'an de li Deriyê Rihayê bên gel hev wê li ser pira Dehderî fenera daxwazê bifirînin.
* Wê li NCTY'ê li Avşar Sînemayê saet di 18.00 û 20.00'an de fîlmê bi navê 'Hikûmet Kadin' bê pêşandan.
2'yê Adarê
*Wê saet di 11.00'an de ji ber postexaneya Ofîsê ji bo jinên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de ne re kart bên şandin.
*Wê bi jinên li atolyeyê tekstîlê de dixbitin re hevdîtin bê kirin. (13.00-17.00)
*Wê li Avşar Sînemayê fîlmê bi navê AGORA bê pêşandan (18.00-20.00)
3'yê Adarê
*Ji bo jinên ku hatin windakirin û qetilkirin wê li Parka Koşuyoluyê li ber Abîdeya Mafên mirovan çalakiya rûniştinê û daxuyanî bê dayîn. (11.00)
4'ê Adarê
* Jinên ku wê li Parka Rojava bên gel hev wê heta Qda Şêx Saît tura bîsîkletê li dar bixin (13.00)
5'ê Adarê
* Wê jin li Demîr Otelê panelê li dar bixin (13.00-17.00)
* Li Avşar Sînemayê wê fîlm bê pêşandan bi navê "Pekî Şîmdî Nereye - Başe nihha bi ku de" (18.00-20.00)
6'ê Adarê
Li Avşar Sînemayê wê fîlmê bi navê "Tek Başina - Bi tena ser ê xwe" bê pêşandan (18.00-20.00)
7'ê Adarê
* Wê ji wesayitên Anonsan li hemû navçeyên Amedê ji bo tevlibûna 8'ê Adarê bang bê kriin.
Li Avşar Sînemayê wê fîlmê bi navê "Hakîkatin Gucu - Hêza Hakîkatê" (18.00-20.00)
8'ê Adarê
* Lî qada Îstasyonê wê mîtînga 8'ê Adarê bê li darxistin (10.00-17.00)
9'ê Adarê
* “Wê li Şanoya Bajar a Ameêd şano bê pêşandan (15.00)
* Jinên ku li Kolana Hunerê bên gel hev wê heta Egîtîm Senê bimeşin (18.30-20.00)
10'ê Adarê
*Jinên ku wê li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê bên gel hev wê meşa xwezayê li dar bixin. (09.00)
Wê çalakiyên 8'ê Adarê bi lîstika şanoyê ya ku wê saet di 15.00 û 19.00'na de bê pêşandan bi dawî bibe.








