'8'ê Adarê û xemla cilên gelêrî'

  • 13:41 26 Sibat 2018
  • Rojane
Ronîda hacî 
 
HESEKÊ - Dirûnkar Hind Esad diyar kir ku 8'ê Adarê û cejna Newrozê dê bi cil û bergên Kurdî bê xemilandin û got daxwaza wê ew e ku hemû gel bi vê yekê li çanda xwe xwedî derkevin. 
 
Her sal 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Jina bi navê Hind Esad (40) jî ji bo çanda xwe biparêze û xwedî lê derkeve ji bo 8'ê Adarê cilên gelêrî didirû. Xezalê diyar kir ku xwedîderketandina çandê xwedîderketandina hebûn û nasnameya gelan e. 
 
Hindê anî ziman ku dema ew dibîne jinek cilên gelêrî li xwe dike gelek kêfa wê tê û wiha dewam kir: "Ev 14 sal in ez cilê gelêrî didirûm. Ez niha amadekariya dirûtina cilên gelêrî ya ji bo Newrozê û 8'ê Adarê dikim. Cil û bergên Kurdî nasnameya me ye divê em her dem li nasnameya xwe xwedî derkevin."
 
'Çanda Gelê Kurd gelek dewlemend e'
 
Hindeyê bal kişand ser dewlemendiya çanda Kurdan û wiha dewam kir:"Bi salan e ku çanda Kurdan di bin zextekê de ye. Desthilatdaran her dem xwestine ku çanda Kurda ya dewlemend tune bike. Loma her dem êrîş kirine. Loma divê em hemû jin 8'ê Adarê û Newrozê bi cilên xwe yên gelêrî bixemilînin."
 
'Jinên Kurd bi cilên gelêrî û bi tililiyên xwe her dem berxwe dane'
 
Hindeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jinên Kurd bi cilên gelêrî û bi tililiyên xwe her dem berxwe dane. Em ê di 8'ê Adarê û Newrozê de bi cil û bergên xwe û bi tililiyên xwe berxwe bidin û êrîşên neyaran ên hov bişkînin."