Kevana Zêrîn ji bo Efrînê daxuyanî da
- 13:17 26 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Kevana Zêrîn a herêma Efrînê derbarê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê xwedî li honandina dîrokê ya jinê bê derketin û bi rihê berxwedana jinên ku di dîrokê de deng vedana Efrînê bê parastin.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê di roja xwe ya 38'an de dewam dike. Kevana Zêrîn a herêma Efrînê derbarê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama xwedîderketandina nirxên gelan û bilindkirina têkoşîna ji bo parastina axa Efrînê hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê çanda yekîtî û têkoşînê bê parastin û wiha dewam kir:"Bi rihê jinên berxwedêr Arîn, Barîn û Avesteyan em ê xwedî li Efrînê derkevin. Her mirovek bi çand, huner û kevneşopiya xwe tê nasîn, Gelê Kurd xwedî çand, huner û kevneşopiyek gelek dewlemend e. Loma dixwazin Kurdan qir bikin û axa wan dagir bikin. Em weke jinên Kevana Zêrîn di parastina çand û hunerê de xwe berpirs dibînin û em soza xwedîderketina çand, huner û bi vê girêdayî soza xwedîdeketina axa Efrînê didin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Ji kuştina zarokan re na","Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.








