Ji Helepçeyê heta Efrînê çîroka jinekê

  • 12:36 26 Sibat 2018
  • Rojane
Ruhenda Amed 
 
EFRÎN - Jina bi navê Kanî Denîz a ku ji Helepçeyê ji bo piştevaniyê hat Efrînê, piştî êrîşên li ser Kobanê û Şengalê cihê xwe di nava berxwedana jinan de girt. Kanî a ku malbata wê Komkujiya Helepçeyê de hatiye qetilkirin wiha got; "Ji ber ku ez di nava berxwedanê de cih digirim gelek şanaz im."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê li gel "agirbesta mirovî" ya li Sûriyeyê ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin berdewam dikin. Li gel êrîşên li ser Efrînê ku di roja 38'emîn de berdewam dikin duh êvarê jî gundê Hec Xelîl ê navçeya Racoyê ji aliyê artêşa tirk ve hat topebarankirin.  Li dijî van hemû êrşîş û qetilkirina sivîlan û hilweşandinan berxwedana gelê Efrînê û piştevaniya jinên ku ji bajarên cuda ên Kurdistanê tên berdewam dike.  Ji van jinên ku ji bo piştevaniyê hatine Efrînê yek jê jî Kanî Denîz a ku ji Helepçeyê ji bo piştevaniyê hatiye Efrînê ye. Kanî denîz got ku ji ber ku wê di nava berxwedana Efrînê de cihê xwe girtiye gelek şanaz e û anî ziman ku ew ê heta dawiyê ji bo Efrînê li ber xwe bide.
 
Helepçe, Şengal, Kobanê
 
Ji rûyê Kaniyê ya ku roja berê di encma êrîşên TSK'ê yên hewayî de birîndar bû ken kêm nabe. Kanî denîz ya ku 21 salî ye li bajarê Helepçe yê li başûrê Kurdistanê hatiye dine û diyar kir ku ew berî bi 3 salan tevli refên berxwedana azadiyê jinên ên li rojavayê Kurdistanê bûye.  Kanî ya ku malabta wê di Komkujiya Helepçeyê de hat qetilkirin, diyar kir ku dema di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîrş birine ser Şengal û Kobanê tiştê li Helepçeyê jiyaye yek bi yek di ber çavên wê re derbas bûne û ji ber wê di nav hêzên parastina bajêr de cihê xwe girtî ye.
 
'Rastiyan vedişêrin'
 
Kanî a ku di encma êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Basufaniyê de birîndar bûye, got ku serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û medyaya tirk rastiyên derbarê Efrînê de ji gel vedişêrin û wiha berdewam kir: "Cesareta TSK'ê û hêzên girêdayî wê tune ne. Ev 38 rojin êrîş dikin lê tu encam negirtine.  Ger ku cesareta wan hebûye wê di bejahiyê re bihata û şer bikira.  L ê ew jî dizanin ku nikarin li bejahiyê şer bikin. Erdogan her roj derdikeve û dibêje ku wan tu zerar nedaye sivîlan. Lê medyaya wan jî îtîraf kir ku sivîl hedrf hatine girtin.  Wekî ku berî bi 3 rojan konvoya sivîlan hedef girtin her tişt aşkera ye.