'Em ê hişmendiya dagirker hilweşîne û li Efrînê xwedî derkevin'
- 12:32 26 Sibat 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Cudî Zede
EFRÎN - Jinên Ciwan a Şandeya Cizîrê ya ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin berê xwe dan Herêma Efrînê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Efrîn warê têkoşîn û şaristanê ye. Efrîn ne bi tenê ye. Em ê hemû bi dilekî li warê tekoşîn û şaristaniyê xwedî derkevin."
Jinên Ciwan a Şandeya Cizîrê ya ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin berê xwe dan Herêma Efrînê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê hişmendiya dagirker hilweşîne û xwedî li axa xwe derkevin."
Delîla Muhemed êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:"Heta ku hişmendiya dagirkeriyê û desthilatdariyê bê hilweşandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û xwedî li axa xwe derkevin."
Rojîn Baqî jî bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya ku ji cîhanê re bûye mînak û wiha got:"Li gel tevî teknojiya dewleta tirk a pêşketî Gelê Efrînê serî netewand û têkoşîn hilbijart. Ev têkoşîna ji hemû cîhanê re bû mînak. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin û nehêlin ku tu kes axa me dagir bike."
Her wiha jina ji Şengalê Cemîle Xêro jî wiha got:"Em ê hemû hêza xwe bikin yek û Efrînê biparêzin. Bila dagirker nekevin xewn û xeyalên vala, ew ê tu carî nikaribin ku Efrînê dagir bikin."








