Zarokên Kobanê: Em naxwazin zarok bên kuştin

  • 12:12 26 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Zarokên Kantona Kobanê ku ji bo zarokên Efrînê meşek li dar xistin û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin, nêrîn û hestên xwe anîn ziman.  
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê didome. Bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê, zarokên Kobanê meşek li dar xistin, nêrîn û hestên xwe bi me re parve kirin. 
 
Zaroka bi navê Aya Muhemed wiha got: "Zarokên Efrînê guneh in, Erdogan çima zarokan dikuje? Em weke zarokên Kobanê li dijî kuştina zarokan e. Em neheqiya ku li dijî Efrînê tê kirin qebûl nakin."
 
'Zarok mirinê heq nakin'
 
Şêrîn Elî jî piştgiriya xwe wiha nîşan da û got: "Em ê serî li hember dewletên qirêj hildin. Em ê ji bo zarokên Efrînê her li qadan bin. Zarok mirinê heq nakin. Divê ji bo zarokan aştî û azadî bê avakirin."
 
'Em dixwazin şer biqede û em biçin dibistanên xwe'
 
Her wiha zarokên bi navê Rojman Osman, Elî û Narîn jî diyar kirin ku zarokên Efrînê niha ji dibistana xwe qut bûne û gotin: "Em dixwazin şer biqede û em biçin dibistanên xwe. Em naxwazin zarok bên kuştin."