Mamosteyên KPCD'ê ji bo êrîşên li ser dibistanên Efrînê daxuyanî dan
- 11:47 26 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Mamosteyên KPCD'ê ji bo êrîşên li ser dibistanên Efrînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû dewlet li gor zagonên navneteweyî yên ku ji bo perwedeyê û hemû gelan hatiye amadekirin tev bigerin.
Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser dibistanên Efrînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê xwedî li mafên hemû gelan û perwerdeyê bê derketin û cîhan li dîjî binpêkirina mafên perwerdeyê û gelan bêdeng nemîne. Daxuyanî bi beşdarbûna mamosteyên KPCD'ê û gel pêk hat. Daxuyanî ji aliyê mamoste Ilham Misok û bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên li ser mamoste, dibistan û şagirtan êrîş tê kirin û hat gotin di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de mamoste û şagirtan jiyana xwe ji dest dane dibistan û peymangeh hatine rûxandin. Ev êrîşên li dijî mamoste, şagirt û dibistanan nayê qebûlkirin divê demildest bêdengiya Rêxistina Mafên Mirovan bi dawî bibe.
Daxuyanî bi dirûşên" Şehîd Namirin, Bijî berxwedana Serdemê, Bijî Efrîna Azad û serfiraz" bi dawî bû.








