Leylan Mihemed: Salih Muslîm îradeya milyonan e
- 11:19 26 Sibat 2018
- Rojane
Ronida Hacî
HESEKÊ - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Ciwanên PYD'ê Leylan Mihemed Qasim binçavkirina Endamê Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hevserokê Partiya Yekîneya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslîm şermezar kir û anî ziman ku Salih Muslîm îradeya bi milyonan Gelê Kurd e divê îradeya gelan neyê çewisandin.
Hevseroka Partiya Yekîneya Demokratîk a Ciwanên Partiya Yekîneya Demokratîk (PYD) Leylan Mihemed Qasim binçavkirina Endamê Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hevserokê Partiya Yekîneya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslîm şermezar kir û got:"Salîh Muslîm ji bo aştî, azadî û demokrasiya hemû gelê Sûriyeyê tev geriya da ku hemû gel li gor pîvanên navneteweyî azad û bi rûmet bijîn."
Leylanê bal kişand ser doza azadiyê ya Salîh Muslîm û wiha domand:"Birêz Salih Mûslîm her dem ji bo doza azadiyê hewl da û xizmeta Şoreşa Rojava ya ku ji cîhanê re bû mînak kir. Divê li dijî kesên ku ji aştiyê û azadiyê xizmetê dikin rêzdarî bê nîşandin. Birêz Salih Muslîm jî her dem ji aştiyê û azadiyê re xizmet kiriye."
'Dixwazin îradeya gelan bişikînin'
Leylanê anî ziman ku binçavkirina Salih Muslîm binpêkirina aştî, azadî û demokrasiyê ye û wiha domand:"Dixwazin di şexsê Salih Muslîm de îradeya Gelê Kurd bişikînin. Lê Gelê Kurd xwedî hêzeke bêhempa ye ew ê tu carî nikaribin îradeya Gelê Kurd bişikînin."
'Divê demildest Salih Muslîm bê berdan'
Leylanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Divê em li dijî komployên qirêj rabin ser piyan û nehêlin îradeya me bê çewisandin. Divê cîhan jî li dijî vê neheqiyê bêdeng nemîne. Salih Muslîm sembola doza aştî û azadiyê ye. Divê demildest Birêz Salih Muslîm bê berdan."








