'Em hêza xwe ji şervanên YPG-YPJ'ê digirin'
- 09:16 26 Sibat 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tulîn Muhemed
EFRÎN - Dayikên herêma Efrînê yên berxwedêr ji şervanên YPG-YPJ'ê yên 38 roj in li hemberî dewleta tirk li ber xwe didin bi coşeke mezin xwarinê amade dikin û bi vî awayî piştgiriyê didin berxwedanê.
Dayikên herêma Efrînê yên ku ji şervanan re xwarinê amde dikin diyar kirin ku şervanên YPG-YPJ'ê hêzê didin gelê xwe û wiha gotin:"Em ê bi hêz û berxwedana xwe dewleta tirk a dagirker ji axa xwe derxînin."
Jina bi navê Ruşan Mustefa axivî û wiha got: "38 roj in dewleta tirk a dagirker bi hevkariya El Kayîdê û DAÎŞ'ê bê navber bi balafirên şer, tank û topan êrîşî herêma Efrînê dike. Lê li hemberî hemû êrîşan şervanên YPG-YPJ'ê û gelê herêmê berxwedana xwe dewam dikin. Em jî wekî dayik heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê piştgiriyê bidin şervanên YPG/YPJ'ê ku zarokên me ne."
'Nikarin îradeya me têk bibin'
Her wiha jina bi navê Neyîma Hesen jî ev tişt got:" Em wek dayikên Efrînê ji destpêka berxwedana serdemê de bê navber ji şervanan re bi coşeke mezin xwarinê amade dikin. Hêzên Erdogan ên dagirker çiqas êrîş bikin jî nikarin îradeya gel û bi tayîbet îradeya jinên herêma Efrînê bişkînin ji ber ku ev gel li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatiye perwerdekirin."
'Êrîşî sivîlan dikin'
Hasret Xelîl jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Em rojane bê navber dayikên Efrînê ji şervanên xwe re yên li çeperên şer li ber xwe didin re xwarinê amade dikin. Dewleta tirk ji roja destpêkê de li hemberî berxwedana şervanan têk çûye û ji ber wê jî êrişî sivîlan dike û wan dikuje."








