TOKÎ’yên dane gel xera dibin!

  • 09:14 26 Sibat 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Gelê Silopiyê ku piştî qedexeya derketina derve xaniyên wan hatin hilweşandin, hem ji xaniyê xwe bûn hem jî hatin deyndarkirin. Li TOKÎ’yên ku hatine bicihkirin jî derizîn çêbûne û gel xaniyên xwe yên berê dixwazin.
 
Li Silopiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û mehek û nîvê berdewam kir, di vê pêvajoyê de xanî hatin wêrankirin. Piştî qedexe hatin rakirin şûnde li navçeyê hilweşînê dest pê kir. Piştî navçe hat xerakirin dest bi TOKÎ’yan hat kirin. Malbatên xaniyên wan hatin hilweşandin li van avahiyan bi cih bûn û hem hatin deyndarkirin û hem jî xaniyên TOKÎ yên dane wan ne saxlem in. Malbatên ku deynê wan kirin hincet, xaniyên wan nayên dayîn û mexduriyeta wan didome.
 
‘Em 107 hezar TL deyndar kirin’
 
Welatiya bi navê D.S ku mehek berê bi hinceta deynê xwe yê ji bo xaniyê nû nedaye û salekê hat sekinandin mehek bar kiriye TOKÎ û diyar kir ku bo xaniyên TOKÎ 107 hezar TL deyndar kirine.
 
D.S bi lêv kir ku ji bo xaniyê wî yê 200 metre kare, xaniyê tokî yê 130-138 metrekare dane û wiha got: “Em bi mehane nikaribûn bikevin vir. Xaniyê me yê taxa Nûh hat hilweşandin. Tevî ku xesara mezin tinebû jî hanî hilweşandin. Di meha adarê de peşk hat kişandin lê ev du mehe em hatine vir.  107 hezar lîra deynê dewletê kirin hincet û em negirtin xaniyan. Me fêm nekir ev deyn jî ji ku hatiye. Ji bilî vê deyn derkeve jî em nizanin.”
 
‘Di du mehan de xanî derizî’
 
D.S anî ziman ku ji roja bar kiriye vir hezar lîra li xanî çûye û got wê ev zêdetir bibe û got: “Pacê xanî nayên girtin. Derî bi zor tên girtin. Kevirê tezgaha mutbexê hema li ber ketinê ye. Ev du meh in em li vir in, di xanî de derizandan çêbû. Tevî me lîsteya hewcedariyê çêkir û şand tiştek nekir. Me ev çêkirin lê wê du meh şûnde lêçûnên nû derkevin.
 
D.S destnîşan kir ku hem di alî aborî û hem jî alî manewî de hatine mexdurkirin û got: “Kesên berê 3-4 xaniyên wan hebûn niha li TOKÎ xaniyek wan heye. Ji bo xaniyên me daîrek dan me. Li ser vê em deyndar jî kirin. Ji bo metrekareyê 836 lîra xwestin. Li vir di her katî de polîsek rûdine. Mirov ji ewlehiya canê xwe bi fikar in.”