'Îstîsmar ne bi ‘hadimê’ bi guherîna zîhniyet û qanûnan dikare pêşî lê bê girtin’

  • 09:13 26 Sibat 2018
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinan bi lêv kir ku  li dijî îstîsmara zararokan ‘hadima kîmyewî’ ne çareseriye û wiha got: “Esasa pirsgirêkê zîhniyeta mêr e. Ew bingeha ku rê li taciz û tecawizan vedike ava dikin, dibêjin 'tecawiz maf e' û dawiyê dibêjin em ê hadim bikin. ”
 
Jinên Edeneyê  diyar kirin ku cezayên weke ‘hadim’ û ‘darvekirin’ ku ji bo pêşî li sûcê îstîsmara zarokan bê girtin hatiye rojevê, ne çareseriye û got divê ewil zîhniyet bê guhertin û cezayên herî giran bên dayîn. Jinan balkişand ser fetwayên diyanetê yên pêşî li îstîsmara zarokan vedike û gotin divê dewlet ewil van sererast bikin.
 
Ji Platforma Jinan a Edeneyê Sezen Butun diyar kir ku got ger mirov îstîsmarê bi giştî negirin dest  wê çareseriya wê jî ne pêkan be. Sezenê bi lêv kir ku zîhniyeta tecawizê bûye wek çandekê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecawiz her tim di civakê xwe heyî kiriye. Berpirsê pirsgirêkê zîhniyeta serdest a mêr e. Nîqaşên darvekirinê ji bo pêşî li bûyerên tecawizê bigirin nayê anîn. Tu vê çandê didî mêr, tu dibêjî ‘tecawiz mafê te ye’ û piştre dibêjî were ez te darve bikim, hadim bikim.”
 
‘Berpirsyariya îstîsmarê dewlet e’
 
Sezenê daxuyakirin ku  tecawiz bi hadimê, darvekirinê nayê astengkirin ancax bi ciwanên ku pirtûkan dixwînin bi ciwanên ku lêpirsîn dike û lêkolîn dikin dikare tune bibe.
 
‘Bila saziyên jinan ên hatine girtin vebin’
 
Hevseroka HDP’a Ceyhanê Zohre Topak Yildiz jî balkişand ser gotinên diyanet û siyasetmedaran ên şîdetê û îstîsmarê vedişêrin û got: “Me fetwaya diyanetê ya zaroka 9 salî dikare bizewice, protesto kir. Qanûna zarok dikare bi tecawizkarê xwe re bizewice, fetwaya bavek dikare ji keça xwe tahrîk bibe, rê li ber van îstîsmara vedikin. Her ku desthilatdarî çav li van bigire wê sûc zêde bibin. Ez wek dayikekê ditirsim zarok li kolanê bilîzin. Divê saziyên bi KHK’ê hatine girtin demildest bên vekirin.”
 
‘Perwerdehiyek civakî hem li dibistanan hem ji bo malbatan şert e’
 
Nazan Danerî jî destnîşan kir ku hadima kîmyewî zîhniyetê naguhere û berovajî vê bi kes re şîdetê zêdetir dike û wiha pê de çû: “Ev kesên xwe tatmîn nakin êdî wê tola xwe ji derdorê bigirin. Ev ne çareserî ye. Şîdet bi şîdetê cezakirin ne rast e. Li dijî mafê mirovane. Li şûna ev ceza bên dayîn divê cezayên giran ên yek hucreyê bên dayîn û  di vê pêvajoyê de divê di rehabîlîtasyonê de bê derbaskirin. Bêguman ji bo encamek mayînde perwerde şert e. Perwerdehiyek civakî hem li dibistanan hem jî ji bo malbatan şert e.”