ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 26 Sibat 2018
- Rojev
*Dayikên herêma Efrînê yên berxwedêr ji şervanên YPG-YPJ'ê yên 38 roj in li hemberî dewleta tirk li ber xwe didin bi coşeke mezin xwarinê amade dikin û bi vî awayî piştgiriyê didin berxwedanê.
*Amadekariyên 8’ê Adarê ya Platforma Jinan a Îzmîrê bi lez didome û ji jinên Mala Gel Evrîm Çakir wiha got: “Em bang li jinan dikin ku ji bo parastina jiyan û mafên xwe dakevin qadên 8’ê Adarê.” BI DÎMEN
*Jinan bi lêv kir ku li dijî îstîsmara zararokan ‘hadima kîmyewî’ ne çareseriye û wiha got: “Esasa pirsgirêkê zîhniyeta mêr e. Ew bingeha ku rê li taciz û tecawizan vedike ava dikin, dibêjin 'tecawiz maf e' û dawiyê dibêjin em ê hadim bikin. ” BI DÎMEN
*Koçerên Mêrdînê tevî astengiyên OHAL’ê amadekariyên zozanan didomînin. Koçer wê hefteya pêş têkevin rêya Zozanên Feraşînê. BI DÎMEN
*Gelê Silopiyê ku piştî qedexeya derketina derve xaniyên wan hatin hilweşandin, hem ji xaniyê xwe bûn hem jî hatin deyndarkirin. Li TOKÎ’yên ku hatine bicihkirin jî derizîn çêbûne û gel xaniyên xwe yên berê dixwazin. BI DÎMEN
*Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine asta herî jor û got: “Binpêkirinên di sala 90’î de me jiyan em niha jî dijîn. Dema em hinceta vê dipirsin, bersivên wan hene, OHAL. Yanî niha tu hiqûq derbasdar nîne.” BI DÎMEN








