Şervanên azadiyê li herêma efrînê hatin definkirin

  • 17:27 25 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - 18 Şervanên azadiyê ên ku di encama êrîşên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan bi mersîmekê hatin defrinkirin. 
 
Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê ji bo vergirtina 18 cenazeyê şervanên ‘Berxwedana Serdemê’ li ber nexweşxaneya Efrînê kom bûn. Girseya gel dibin barîna baranê û dengê topbarana artêşa tirk a dagirker de cenazeyê şervanan wergirt û bi dirûşma, "Şehîd namirin û "Bijî berxwedana serdemê"  ber bi goristana Avesta Xabûr a li  gundê Efrînê ve ketin rê.
 
Li goristanê ji bo bîranîna şervanên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre axafitn hatin kirin û di axaftinan de wiha hat gotin:"Hevgirtina pêkhateyên bakurê Sûriyeyê serketina Berxwedana Efrînê mîsoger kir û şervanên berxwedêr îro di roja 37’an de bi lehengî şer dikin.  Welatiyên Efrînê wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastina xaka xwe bikin û wê Efrîn ji bo dagirkeran bibe goristan.”
 
Piştre darbestên şervanan li ser milan hate kirin û bi tilîliyên dayîkan li goristanê hatin definkirin.