'Jiyana wekhev û demokratîk bingeha xwe ji Komunê digire'
- 14:13 25 Sibat 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Meclisa Til Temir bi armanca nîqaşkirina rewşa komunên Meclisê û bilindkirina asta xebata wan, civînek li dar xist.
Piştî ku pêvajoya hilbijartinên komîn û meclisên Bakurê Sûriyê, êdî civînên ji bo kar û xebata komun û meclisan tên çêkirin. Bi vê armancê li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir jî civînek ji hevserokên komunên girêdayî meclisa Til Temirê re hate çêkirin. Di civînê de hevserokên komînan û hevserokên Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb û Hevseroka Kantona Hesekê Leyla Mistefa amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Piştî rêzgirtinê Leyla Mistefa li ser rola komun û hevserokên komunan axivî û wiha got: "Komun bingeha Federaliya Bakurê Sûriyê ye, lewma divê em bi rihekî berpirsyar tevbigerin û asta xebatê bilind bikin. Komun bingeha avakirina civakeke exlaq û polîtîk e. Divê ku her kes di komîna xwe de erkA xwe bi cih bîne û bi wîjdan kar bike. Her wiha divê hevserokên komînan di komîna xwe de baweriyê bidin avakirin, Tevî zehmetî û kêmasiyên derdikevin jî asta têkoşînê bilind bikin da ku bikaribin civakek rêxistinkirî û wekhev bidin avakirin."
Leylayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ger ku em dixwazin civakek exlaq û polîtîk ava bikin û jiyaneke rêxistinkirî, wehkev û demokratîk bijîn, divê ku em hemû erkA xwe bi cih bînin. Ev yek jî di serî de dikeve ser milên hevserok û endamên komunan. Jiyana wekhev ji komunê dest pê dike."
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.








