Bajarê Serekaniyê jî ji dagirkeriyê re got na!

  • 12:01 25 Sibat 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Welatiyên Bajarê Serêkaniyê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Êrîşên Dewleta tirk li ser herêma Efrîn şermezar kirin.
 
Li bajarê Serêkaniyê yê Girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) di bin durûşma "Her der Efrîn her der berxwedan" meşeke girseyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê li darxistin. Di meşê de bi sedan ji welatiyên Bajêr û Bajarokê Zirganê û Endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser cih girtin.
 
Di meşa ku hat li dar xistin de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG'ê û wêneyên cangoriyên azadiyê hatin hilgirtin û pankertên bi nivîsa "Her der Efrîne her der berxwedan ”,  "Efrîn wê bibe gora faşîzma Erdoxan" "Berxwedana Efrînê ya dîrokî, sonda me ye” hatin hilgitin.
 
Meş ji ber Navenda Çand û HUnerê yê Bajarê Serêkaniyê hat destpêkirin û heta Qada şehîdan hat berdewamkirin.
Li ser navê TEV - DEM'ê axatin hat kirin û di axafitna hat kirin de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkriin.
 
Meşa ku hat lidarxistin bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû.