Ji platforma Bêdeng Nemîne Sîbel Oral: Ji ber li ser azadiya fikr û ramanê zext heye em jî hene

  • 10:15 25 Sibat 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek-Leyla Ozkaynak 
 
STENBOL - Platfroma Bêdeng Nemîne, rapora der barê zextên li ser fikr û ramanê yê li Tirkiyeyê ku pêvajoya 15 mehî dihundirîne de ‘sansur û otosansur’ derdikeve pêş. Ji kesên rapor amade kiriye wêjevan- rojnameger Sîbel Oral diyar dike ku ji ber zext li ser fikr û ramanê hene ew jÎ hene û da zanÎn ku li cîhanê tişta herî bi nirx anîna ziman a gotinekê ye û got ew di huner, wêjeyê de azad nebin wê di ku de azad bibin?
 
 Li gorî daneyên Platforma Rojnamegeriya Serbixwe ya P24 niha 150 rojnameger girtîne û bi dehan ajansên nûçeyan girtîne, hinek ajansên nûçeyan carna rojê sê çar doran rûpelên wan yên web tên girtin. Platforma Bêdeng Nemîne jî di pêvajoyek wisa de zextên li ser azadiya fikr û ramanê dişopîne, digire bin qedan û dike rapor. Rapora Bêdeng Nemîne ya 15 mehan dihundirîne di rojên borî de hat weşandin. 
 
Ji koordînatorên platformê ku di ekîba amadekariya raporê de cih girtiye Sîbel Oral der barê zextên li ser fikr û ramanê ya li Tirkiyeyê de nirxandin kir.
 
*Em ji pirtûka we ya ‘Axa ku zarok maçîkirin’ ya der barê komkujiya Roboskê de we amadekiriye, dest pê bikin… 
 
Di ser komkujiyê de 7 sal, di ser pirtûka min de jî 4 sal derbas bû. Lê dema mirov dinêrin her tişt tezeye. Komkujiya Enqere, ya Pirsûs, serobinokirina Sûr, Cizîrê.. Winda û li şûna hêviyê goristanan cihê xwe girt. Bêguman ez bi bandor bûm. Min wek mirovekî wek rojnamegerekî xwest tiştekî bikim. Lê mirov çi bikin jî winda şûnde nayên. Ez wek rojnameger çûm wir û min nasnameya rojnamegeriyê li wir hişt û ez hatim. Ji ber Tirkiye êdî ne cihekî mirov lê rojnamegeriyê bikin. 
 
*Li Tirkiyeyê rojnameger çi pirsgirêkan dijîn? 
 
Ji bilî çapemeniya hewzê wêde hemû kes di bin zextê de ne. azadiya fikr û ramanê, nûçeyan tune. Ev ne tenê rojnameger, kesên li ser çapemeniya civakî parvekirinê dikin jî rastî zextan tên. Me di raporê de jî gotiye; Belaya herî mezin a rojnamegeriyê wek otosansur tê dertê pêş. Ji ber ji bilî rojnamegeriyê tişta em li xwe dikin jî oto sansure. 
 
*Rojnamegerî, dayikbûn û astengkirina azadiya fikr û ramanê, di demên dawî de gotinên ku we şahidiya wan kiriye… Ev her sê têgeh ji bo Sîbel Oral çi îfade dike?
 
Dem bi dem ez li her tiştî dinêrim, li pergala perwerdê dinêrim, li peyarêyên şikestî dinêrim, li darên hatine birîn dinêrim, dikevim fikaran. Bêguman wek dayikekê dikevim gumanan. Ez xwe êdî wek rojnamegerekê nabînim. Yanî aktîf nabînim. Ez di qadên wêje û weşangeriyê de pir dixebitim. Ez nasnameya xwe jî li ser dayiktiyê ava nakim. 
 
‘Nasnameya min hilberînin min e, ne dayiktiya min e’ Mesala… Îro der barê wêjeyê de ez gazî gotûbêjekê hatime kirin. Sernavê ji bo min di cih de dîtine ‘Wêje û dayiktiye’. 
 
Çima?
 
Bi rastî nizanim. Ez difikirim ku bi rastî min nas nekirime. Hemû karên min kirine, tiştên min hilberandine nasnameya min e.
 
*Ger em bên Platforma Bêdeng nemîn… 
 
‘Pirsgirêka giştî ya Tirkiyeyê, nebûna hişê wê ye’
 
Platform di îlona 2016’an de dest bi xebatê kir. Di vê raporê de pêvajoyek ji 15 mehan pêk tê ya di navbera îlana 2016 û Kanûna 2017’an dihundirîne. Ev rapor di malpera me ya web de heye. Dikarin xwe bigihîninê. Me astengiyên li ser çand û huner, akademî û çapemeniyê, wek nûçe di malperê de wek nûçe weşand. Piştre me hemû kir rapor. Pirsgirêka giştî ya Tirkiyeyê nebûna hişê wê ye. 
 
*Hun dikarin hinek din raporê vebikin ? 
 
Ji bo em hemûyan kom bikin û di destê me de bi komî hebin me ev kirin. Me ev feq kir. Me di 15 mehan de 150 nûçe weşandibin, 150 jî me ne weşandiye. Me ev hemû kom kirin. Her wiha çend rojnameger tên girtin, di dozên wan de çi dibin me şopand. Lîsteya rojnameyên girtî hene. Di heman demê de me çapemenî şopand. Amadekirina vê raporê 3 mehên me girtin. Niha me dest bi sala duyem kir û em ê civîna yekem jî di 17’ê adarê de li Îzmîrê pêk bînin. Me dest bi amadekariya rapora nû kir. Binpêkirina mafan û azadiya fikr û ramanê bidome emê pirtir bixebitin. 
 
*Pêşniyarên we çi ne?
 
‘Em edeletê dixwazin’ 
 
Yekane tiştek heye em dixwazin ew jî edalete. Daxwaza me eve ku hiqûq bi awayekî normal bimeşe. Li hemû cîhanê azadiya fikr û ramanê heye. dema ez tweetê bavêjim ez naxwazim fikirim. Em azadiya fikr û ramanê dixwazin. Ez dixwazim tiştê ku em dixwazin bêjin, bibêjin. Li cîhanê tişta herî bi nirx anîna ziman gotinê ye. Huner qada herî zêde em lê azadin. Em li van deran ne azad bin emê li ku azad bin? Tişta em dikarin bikin, rêxistin û piştevanî ye.