Ji H û G yên rastî şîdeta zayendî hatin banga 8'ê Adarê
- 09:08 25 Sibat 2018
- Rojane
WAN - Jina bi navê H û G yên rastî îstîsmara zayendî hatin hiştin û di temenê biçûk de hatin zewicandin wê di 8’ê Adarê de di serhildanê de bin. Her du jinan bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de li dijî şîdeta mêr dakevin kolanan.
Di vê pêvajoya êrîşên li hemberî jinan zêde bûne, polîtîkayên şer û OHAL di jiyanê de serdest bûye de jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin û jin wê dîsa li qada bin. Her du jinên rastî rûyê hov yên zîhniyeta mêr hatin H û G ji bo 8’ê Adarê banga têkoşînê kirin.
G. ya ji aliyê mêrekî ku 20 sal jê mezintir bû ve hat revandi û ew anî Wanê. Mêrê ku ji berê zewicandibû, bi mehra olî bi G re dizewice. G. ya di 16 saliya xwe de rastî şîdetê hat tu car serî netewand û bi salane têdikoşe. G ya rastî şîdeta fîzîkî û zayendî hat wiha bahsa xwe kir: “Ewil min hewl da ez serî netewînim. Lê piştî 4 zarokên min çêbûn şûnde dest û piyên min hatin girêdan. Ez neçar mam runim. Ez 16 salî bûm ez revandim. Hîna zarok bûm. Hevjînê min bi 20 salan ji min mezintir bû. Di temenê biçûk de min ev tişt dîtin. Ev wek mirov zindî bikevin gorê ye. Lê ji bo zarokên xwe min tiştek nekir. Li cem min nedima. Diçû cem hevjîna din. Dema dihat şîdet li min dikir. Min gilî kir, biryara durxistinê dan.”
‘Divê hemû jin serî hil bidin’
G ya rastî şîdeta aborî jî hat 17 sal şûnde ji bo li zarokên xwe binêre ji xwe re kargehekê vedike, lê dîsa ji wî mêrî xilas nabe û wiha pê de çû: “Min carna nedikarî kirêya dukana xwe jî bidim. Lê min çar zarok dida xwendin. Hevjînê min dihat ber deriyê dukanê û pereyê min dixwest, dema min nedida şîdet li min dikir. Ez dixwazim jiyana min ji bo hemû jinan bibe mînak. Mirov li kîjan derî bixin jin rastî şîdetê tên. Ez ne tenê me. Ez di 8’ê Adarê de bang li hemû jinan dikim ku têbikoşin.”
Bi mêrê ku îstîsmara zayendî lê kir re zewicî
Jina bi navê H. ya li gundê girêdayê Qelqeliya Wanê rastî îstîsmara mêrê ku cîranê wan bû hat û piştre pê re hat zewicandin. H. ya di encama îstîsmara zayendî de ducanî dimîne tiştên hatin serê wê wiha vegot: “ Mêrê tecawizê min kir hat binçavkirin. Aloziyek mezin hat jiyîn. Piştî du mehan şûnde ez hîn bûm ku ez ducanî me. Malbatê testa DNA’yê kir û ji min bawer kirin. Ji bo bûyer mezin nebe ez bi mêrê ku tecawizê min kir re zewicandim. Piştre ez hem rastî şîdeta hevjîn û hem jî malbata wî hatim. Ji ber darbeya min ji serê xwe girt ez her tiştî zû ji bîr dikim. Cîran ji min re dibêjin ‘dîn’.” H: bang li hemû jinên rastî şîdetê hatine û her wiha hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de têbikoşin.








