'Şoreşa Rojava derfet da ku ez xeyalên xwe yê zarokatî pêk bînim'
- 09:07 25 Sibat 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Hunermend Midiya Xalid êrîşên li ser herêma Efrînê şermezar kir û got: "Em ê bi saya jinên qehreman mîna Arîn û Barîn bi ser bikevin."
Hunermend Midiya Xalid ku 23 'salî ye û ji çûkaniya xwe ve ji hunerê hez dike anî ziman ku wê ji Şoreşa Rojava feyz girtiye û wiha got:"Bi hêz û îradeyek xurt ez bi hunera xwe serîhildana şoreşa rojava ku ji min re bû feyzek mezin, berz dikim.
'Ez deyndarê Şoreşa Rojava me'
Midiyayê diyar kir ku şoreşa rojava bandorek erênî û mezin li wê kiriye û wiha pê de çû: "Bi piştgiriya malbata min piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir ez tevlî koma Tolhildan a Bajarê Hesekê bûm. Bi feyza Şoreşa Rojava ez bi daxwazek mezin xebitîm û pêş ketim. Loma ez deyndarê Şoreşa Rojava me."
'Divê em hemû kes bi feyza Şoreşa Rojava xwedî li Efrînê derkevin'
Midiyayê bal kişand ser xwedîderketandina li Efrînê û wiha dewam kir:"Efrîn rûmeta me ye. Loma Divê em hemû kes bi feyza Şoreşa Rojava xwedî li Efrînê derkevin."
'Divê em hemû stranên xwe ji bo Efrînê bi lêv bikin'
Midiyayê anî ziman ku divê hemû stran ji bo Efrînê bê lêvkirin û wiha domand:"Berxwedana Efrînê berxwedanek giranbiha û pîroz e. Divê em li vî nirxê giranbiha xwedî derkevin û em hemû stranên xwe ji bo Efrînê bi lêv bikin."
'Avesta ji bo hemû jinên cîhanê bû mînaka berxwedanê'
Midiyayê anî ziman ku Avesta ji bo jinên cîhanê bû mînaka berxwedanê û got divê hemû jinên cîhanê li vê berxwdanê xwedî derkevin.
Mîdiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez bang li hemû hunermendan dikim ku bi riya stran, helbest û şanogeriyê her kes xwedî li Şoreşa Rojava û berxwedana Efrînê derkeve. Rihê Arîn, Avesta û Barînan em bijîn."








