Kongreya Star dest bi xebatên 8'ê Adarê kir
- 17:33 24 Sibat 2018
- Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Em ê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz bikin" dest bi xebatên 8'ê Adarê kir.
Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Em ê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz bikin" dest bi xebatên 8'ê Adarê kir. Ji bo 8'ê Adarê li Kobanê belavok hat belavkirin û di belavokan de "Bi rihê berxwedana Arîn, Avesta û Barînan dê 8'ê Adarê bê pîrozkirin" hatibû nivîsandin.
Endama Kongreya Starê Rodîn Yûsif derbarê 8'ê Adarê de axivî û wiha got:"Em ê bi rihê Arîn, Avesta û Barînan bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz bikin. Em ê wekî jinên Kurd û cîhanê li her qadên jiyanê zincîra koletiyê bişikînin."
Her wiha jina bi navê Emîna Bekir derbarê berxwedana Efrînê û 8'ê Adarê de wiha axivî:"Em ê bi rihê serîhildana jinên Efrînê û berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz bikin. Îsal 8'ê Adarê dê bibe nîşana aştî û azadiyê."








