Jinan piştgirî dan konên alîkariyê yê ji bo Efrînê

  • 17:13 24 Sibat 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Jinên ku beşdarî çalakiya konê piştgiriyê yê ji bo Efrînê yê ku li Taxa Xerbî ya Cizîrê hatibû vedan, bûn anîn ziman ku Efrîn ne bi tenê ye û dê Efrîn bi ser bikeve. 
 
Jinên ku beşdarî çalakiya konê piştgiriyê yê ji bo Efrînê yê ku li Taxa Xerbî ya Cizîrê hatibû vedan, bûn bal kişandin ser têkoşîna gelê Efrînê û peyama berzkirina piştgirî û berxwedana Efrînê dan.
 
Endama Rêveberiya Meclîsa Taxa Enteriyê Emîna Hesen derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de wiha got:"Em ê Efrînê ku her dem rêgeza wekheviyê û aştiyê esas girtiye, biparêzin û dengê xwe yê ji bo berxwedana Efrînê berz bikin."
 
Her wiha welatiya bajarê Qamişloyê ya ji Taxa Enteriyê Fesila Mûsa jî wiha got:"Baskên aştiyê wê bi berxwedana Efrînê re li ba bikeve. Efrîn rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin."
 
Endama Rêveberiya Hêza Parastina Cewherî Zibêda Elî jî wiha axivî:"Dewleta tirk dê tu caran bi ser nekeve. Dê serkeftin a gelê Efrînê be. Bijî aştî û azadiya gelê Efrînê."