Ji bo piştgiriya Efrînê meşek girseyî hat lidarxistin

  • 16:00 24 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi hezaran şêniyên Efrînê, Cizîrê û Şengalê derketin qadan û bi yek dengî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. 
 
Bi hezaran şêniyên Efrînê, Cizîrê û Şengalê derketin qadan û bi yek dengî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Rêxistinên wekî Rêveberiya Xweser, Kongra Star, TEV-DEM, PYD, Meclîsa Malbetên Şehîdan û bi hezaran ji şêniyên Cizîrê, Şengalê, Reqayê, beşdarî meşê bûn.
 
Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ên têkoşêrên azadiyê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hat hilgirtin. Her wiha pankarta "Em ê êrîşê dewleta tirk têk bibin" hat hilgirtin. 
 
Meşê ji Qada Newrozê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana Serdemê", "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Meşê heta Nexweşxaneya Dêrsimê berdewam kir. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ya ji bo berxwedanên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Osman Şêx Îsa, li ser navê Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed, li ser navê Meclîsa Rêvebir a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Mensur Selum, li ser navê Kongra Starê ya kantona Kobanê Eyşe Efendî, li ser navê Meclîsa Reqa Xaliya Kecwan, li ser navê Meclîsa Şengalê Hec Mêrze, li ser navê Rêveberiya Xweser a Cizîrê Kenan Bereket, li ser navê Meclîsa Tapqa Şêx Ehmed Hesen, axivîn.
 
Di axaftinan de wiha hat gotin:"Ev êrîşên ku li dijî Efrînê pêk tê û cîhan bêdeng dimîne dê negihêje armanca xwe. Dê hêvî û serkeftin a gelê Kurd be."
 
Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedan Efrînê" bi dawî bû.