Jinên Şengalê êrîşên li ser sîvîlan rexne kirin

  • 15:43 24 Sibat 2018
  • Rojane
Roj Umut-Ehlam Hacî
 
ŞENGAL - Jinên Ezidî yên Şengalê di derbarê êrîşkirina dewleta Tirk a li ser karwana ku ji bo piştgiriya Efrînê berê xwe dabûn Efrînê de hate kirin nerînên xwe anîn ziman û gotin ku êrîşên li ser sîvîlan ne li gor zagonên navneteweyî ye. 
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didomin. Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û li ser sîvîlan jinên Şengalê nêrînên xwe anîn ziman û gotin kesek nikare berxwedana serdemê têk bibe em hemû wekî jinên Şengalê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê. 
 
Di encama êrîşa li ser karwana ku sîvîl tê de bûn û diçûn Efrînê de gelek kes birîndar bûn kesekî jî jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Berfê Elyas ev êrîş şermezar kir û got:"Berê êrîşî Kobanê û Şengalê kirin a niha êrîşî Efrînê dikin. Bila ew baş bizanibin ku gelê Kurd li dijî tank û topên wan serî danînin û bi tifaqeke xurt ew ê li axa xwe xwedî derkevin. Em jî wekî jinên Şengalê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê."
 
'Dewleta tirk nikare şopa berxwedanê bide jibîrkirin'
 
Xoxê Cindo jî  derbarê êrîşên li ser sîvîlan wiha got:"Em van êrîşana şermezar dikin. Êrîşên ku li dijî Efrînê dibe wekî ku li dijî Şengalê dibe ye. Em dizanin ku dewleta tirk bi êrîşên xwe nikare şopa berxwedanê bide jibîrkirin. Berxwedana Efrînê berxwedana Şengalê ye. Bijî berxwedana Efrînê."
 
'Ji bo jiyaneke aştîxwaz û bi edalet divê ev bêdengiya biqede'
 
Her wiha jina bi navê Xatûn Celal wiha axivî:"Êrîşên li ser sîvîlan ne li gor rêgezên edalet û aştiyê ye. Ji bo jiyaneke aştîxwaz û bi edalet divê ev bêdengiya li dijî êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibe û sîvîl bên parastin."
 
'Êrîşên li ser sîvîlan tevgerek li dijî mirovahiyê ye'
 
Derbarê êrîşên li ser sîvîlan de Şîrîn Ezîz wiha got:"Êrîşên ku li ser Efrînê û sîvîlan tê kirin tevgerek li dijî mirovahiyê ye. Divê demildest ev êrîşên dijmirovahiyê bi dawî bibe."
 
'Berxwedana Efrînê berxwedanek pîroz e'
 
Herî dawî Hevseroka Meclîsa Sinuyan Edla Bekir jî wiha axivî:"Berxwedana Efrînê berxwedanek pîroz e. Em ê heta dawî li vê berxwedanê xwedî derkevin û li dijî kuştina sîvîlan derkevin."