Şandeya jinên Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû

  • 15:02 24 Sibat 2018
  • Rojane
DÊRIK - Şandeya jinên  Başurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê û serdana Rojavayê Kurdistanê ji deriyê sêmalkayê derbasî Rojava bû.
 
Şandeya jinên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Efrinê û beşdarbûna çalakiyên 8'ê Adarê derbasî Rojava bûn. Şande ji 18 jinên êndamên partî û rêxistinan pêk tê. Jinên ku endamên RJAK,  TEVGERA AZADî , Nûnere Zerdeştî , Yekîtiya Jinan ,WID, KJAR, WID, PJAK, Kongra Star, NWÊ, HDP'ê ne wekî şandeyekê ji Başûrê Kurdistanê hatin Rojavayê Kurdistanê. 
 
Niha jî şandeyê berê xwe da bajarokê Rimêlanê.