Akademiya Jinên Sûriyeyê: Dengê xwe nebirin!
- 15:01 24 Sibat 2018
- Rojane
REQA - Endamên Akademiya Sûriyeyê anîn ziman ku Tirkiye li Efrînê sîvîlan qetil dike û got:"Em dixwazin civakên navneteweyî, li dijî vê wehşetê dawî li bêdengiya xwe bînin."
Endamên Akademiya Jinên Sûriyeyê derbarê êrîşên li ser Efrînê yên dewleta tirk û komên bi wê girêdayî de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê me yê leheng didome. Dewleta tirk careke din zagonên navneteweyî binpê dike û êrîşî konvoya sîvîlan a ku ji kantonên Firat û Cizîrê diçûn Efrînê kirin."
"Em wekî hemû jinên Bakurê Sûriyeyê Reqa, Dêra Zor, Girê Spî û Eyn Îsa êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar dikin û em daxwaz dikin ku civakên navneteweyî li dijî van êrîşana dawî li bêdengiya xwe bînin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin","Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.








