'Di 8'ê Adara 2018’an de pêşengên serdemê jin in'

  • 10:42 24 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên Bakurê Sûriyeyê plansaziya xwe ya 8'ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kirin.
 
Jinên Bakurê Sûriyeyê bi armanca parvekirina plansaziya xwe ya 8'ê Adarê daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kirin û diyar kirin ku ew ê bi dirûşma "Ji bo Efrînê rabin ser piyan" li seranserî Bakurê Sûriyeyê çalakiyên xwe li dar bixin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 8'ê Adara 2018’an de pêşengên serdemê jin in.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji Roza Lûxembûrg heta Barîn Kobanê, ji Sara heta Avesta Xabûran têkoşîna jinan mezin dibe û wiha dewam kir:" Di roja îro de li hemberî hişmendiya tecawizkar a AKP’ê careke din jin ji bo rûmeta xwe şer dike û di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de careke din dîrokek nû dinivîse. Jinê bi berxwedana Efrînê careke din nîşan da ku tu caran û li hemberî tu hêza desthilatdar, dagirker û zilimkar serî danîne.  Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, hêzên desthilatdar ên ku ev dîtin êrîş li ser jinê kirin, xwestin ku jinê û hemû nirxên ku wê derxistiye holê careke din tune bikin." 
 
'Divê em hemû tevlî berxwedana jinê ya bi rûmet bibin'
 
Em weke jin di her qadê de û li her derê ji bo ku em berxwedanê bilind bikin û li hemberî hêza dewleta Tirk û komên ku bi wan re tev digerin serkeftinan bi dest bixin, divê ku em rabin ser piyan. Jinên Ermenî, Ereb, Suryan, Çerkez, divê ku em hemû nîşan bidin û rabin ser piyan û nehêlin ku tu hêza dagirker piyên xwe bavêje ser axa me. Ji bo vê jî em rabin ser piyan û tevî berxwedana jinê ya bi rûmet bibin. 
 
'Pêşengên serdemê jin in'
 
Di 8’ê Adara 2018’an de bi dirûşma "Pêşengên serdemê jin in" divê ku hemû jin dakevin qadan, li hemberî dewleta dagirker û çeteyên wê yên tecawizkar, em wê têkoşîna ku me mîrasê wê ji Arîn û Sarayan girtiye em bilind bikin. Di 8’ê Adara sala 2018’an de di bin dirûşma "Ji Bo Efrînê rabin ser piyan" bi pêşengtiya Kongreya Star jinên Ereb, Yekîtiya Jinên Suryan, Meclisa Jinên  Sûriyeyê, Meclisa Jinên Reqayê, Tebqa û Minbicê, Meclisa Jinên Herêma Cizîrê û Kobanê, Desteya Niştîmanî ya Erebî, Komîteya Jineolojî, Jinên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava plansaziya 8’ê Adarê me derxistiye. 
 
Wê 25’ê Sibatê starta hemû çalakiyan were dayin li gorê vê plansaziyê: 
 
*Di 5’ê Adarê de ji hemû qadan bi hezaran jin, ji bo bilindkirina berxwedana Efrînê wê meşekê li dar bixin.
 
*Li herêma Cizîrê, Herêma Kobanê, Qada Minbic û Reqayê û tevî Herêma Efrînê li 5 cihan wê meşen navendî bên lidarxistin.  
 
*Li seranserî Bakurê Sûriyeyê bi sedan wê civînên gel bên li darxistin. 
 
*Hemû qad wê li derdora berxwedana Efrînê bibe xelek û em ê 8’ê Adarê tacîdar bikin. 
 
*Bi dirûşma navnetewî ya "Ji bo Efrînê rabin ser piyan" wê gav werin avêtin. 
 
*Parastina Efrînê parastina Şoreşa  jinê ye! 
 
*Em bi hezkirina hemû jinên têkoşer 8'ê Adarê û berxwedana Efrînê silav dikin."